LÊGERÎNA JÎYANÊ
Li perperokan siwar hatibû xweda,
Dema kovî ma Enkî li çîyayê kurtîyan.
Gemîya nûh bin av bû.
Hektor hate kuştin!
Sûretên realîst bi dîwarên derîzî ve man .
Sûretvanan xwe bi esman ve daliqand.
Sibe dereng man,
Tu dereng nemîne.
Zani,xwoşewîst ê xilxala stuyê te me
Hespek im ji deşta Kurdistanê qetîyayî . sêwiyê kolanên te me.
Fermo!
Hêlistî me li van adarên koçberê demê. Wendayê evîna te me
Min bi cih bike li taxa dilê xwe ,
Xwe ji dilê min neveşêre,
Parsekê dîtina te me.
Fermo ! were min şa bike bi hatina xwe .
Fermo! de were em behsa jiyanê bikin ji hev re.
Xuyaye va dibînim !
Şev bayê dîn,bûye berdêlê bayê zer gerdena te.
Bi dilbendî li ber hatina bayê te me
Fermo ! Bila bayê te berî te bê
Da ku ez genimê xwe bi ba bikim .
Aşekî çêbikim bi kevirê kewnare
Xwe bihêrim di destara destê te
Bibim parîyek nanê destê dayîka xwe .
Nîvê heft şevan, bi heft şervanan werim ber deriyê mala bavê te.
Dilê xwe bikim hespek ji bo te
Li derengiyeke suryalîst ne xape
Ev ne wêneyek rojhilatî ye
Ro qulipîye berçavka şevê aso birîndar e
Nîşan dide demjimêr tenêtiya demê
Guh bide dengan! aso birîndar e
Demsaleke bê evîn adareke koçberê demê
Fermo! de were beybûn ji te behs dikin
Fermo! de were ez ê baxek simbil berdêlê hatina te bikim,
têra çîrokekê hembêz bikim te. bila nîvco nemînin tu rêzeyên behsa kenê te.
Fermo ! de were helbestên min bê xwedî nehêle…